Evaret Tiji Darvan Lyrics
- Genre:Pop
- Year of Release:2022
Lyrics
Bigrî bigrî ey der bi der
Evşeve giryan çenid ji te têt
Ser û barê, bê ser û ber
Mandî û perêşan cenid ji te têt
Bigrî rêvîngê rêyêt dîr
Bibarîne rundikêt hîr
Bigrî rêvîngê rêyêt dîr
Bibarîne rondikêt hîr
Xûdana barê hizrêt kîr
Bawerî u îman çenid ji te têt
Çûn û helan cenid ji te têt
Li va şevêt bê renig û zîvî
Dil tijî ûmêd û hîvî
Şemala li perwana kîvî
Evşeve sûtan çenid ji te têt
Evşeve sûtan çenid ji te têt
Der bi der û bê war u mal
Bê xeber û bê bar u hal
Hev yarîyê rûndkêt zelal
Herşev dûran çenid ji te têt
Herşev dûran çenid ji te têt
Agirek bûy li zivistanê
Bi pîre darêt daristanê
Bes li êvarêt tijî darvan
Di xûda vemiryan çenid ji te têt
Li xela û neyîya biwêran
Li dinyaya bê rehim û wêran
Ey bê nav û ey bê nîşan
Navê wêran çenid ji te têt
Navê wêran çenid ji te têt