
Dile Mine Girtiye Lyrics
- Genre:Pop
- Year of Release:2023
Lyrics
Bira li we naveşêrim
Dilê min yê girtîye
Serxweşim gêj û hêrim
Dilê min yê girtîye
Bira li we naveşêrim
Li vê daristana bê rehim
Rîvî bim yan jî şêr bim
Dilê min yê girtîye
Li daristana tijî darvan
Tijî dav û nêçîrvan
Li daristana tijî darvan
Tijî dav û nêçîrvan
Nîşan bim yan jî sêr bim
Dilê min yê girtîye
Li va rojên geşên diborin
Li va şevên reşên naborin
Rêvîng bim yan şevgêr bim
Dilê min yê girtîye
Li pîre zivistana xeman
Li bin hetava êş û dardan
Befira dohî yan pêr bim
Dilê min yê girtîye
Digrîm girî ne bi rîyane
Kê gotiye neya mêrane
Zarok bim yan jî mêr bim
Dilê min yê girtîye
Li heyî û zengîniya vînê
Li neyî û hejarîya jînê
Birsî bim yan jî têr bim
Dilê min yê girtîye