
Ez u Tu Lyrics
- Genre:Pop
- Year of Release:2023
Lyrics
Ez û tu û kenî û girî
Yê di jurekêda riništî
Girî li ber singê mine û
Kenî li ser pêt te nivistî
Ew gula di destêt te da
Stiriyêt wêyêt destêt min da
Di dile minda di canê minda
Di hizrêt minda di hestêt minda
Mêvanêt me kul û xem û
Êş û derd û azarin
Cîranêt me hîvî û omêd
Ji dengê me bêzarin
Hevalêt me bi nav heval û
Di nax da neyarin
Hewarêt me heyiya min
Bawer ke di bê tewarin
Were di xema gula sor bîn
Di destêt meda nemirît
Kifnê xwe yê per per
Bi tilêt me nadirît
Were di xema biškuja bîn
Bi rundika bêhine avdan
Serxweš bîn digel bêhna wa
Ez û tu ji dil û can
Bila bêjin serxwešin
Zarokin û nezan
Mirov rastiyê dizanin
Ji serxweşan an zarokan
Mêvanêt me kul û xem û
Êş û derd û azarin
Cîranêt me hîvî û omêd
Ji dengê me bêzarin
Hevalêt me bi nav heval û
Di nax da neyarin
Hewarêt me heyiya min
Bawer ke di bê tewarin