Hingivin Lyrics
- Genre:Pop
- Year of Release:2023
Lyrics
Çi tama hey lêvêt şirîn
Mîna şekir û hingivîn
Çi bi sanahî ketme dava
Herdû brî û lêv û çava
Ketme dava wê esmerê
Wê gerdenê wê kemerê
Ketime nav agirekê hil
Agrin sing û şan û mil
Hizar davin ew kezî
Herdu rî pelkêt payîzî
Bû dirîna va birîna
Çav û birî dav û derzî
Wekî perêt perwananin
Herdu rîyêt yara min
Pêlêt keziya reş û tarî
Pêlêt zeriya aramin
Hizar morî û mirwarî
Ew herdû çavêt kildayî
Nivistîne liser singê we
Hizar sedefên deryayî
Hizar davin ew kezî
Herdu rî pelkêt payîzî
Bû dirîna va birîna
Çav û birî dav û derzî