Jeneral Lyrics
- Genre:Pop
- Year of Release:2023
Lyrics
Jeneral, bi sîvan û şal
Serxweşî bi çayeka tal
Kîve çûyî, kîve firî
Bi çavêt girtî, bê per û bal?
Jeneral, ka hzrêt te?
Kê ji te dizîn xewnêt te?
Ji ber te berze bîye dem
Ji bîra te çûn peyivêt te
Hatî neyara bi nasî
Te ji dest dan, hemî heval
Tu mirwarî, elmasî
Bes av, ne aveka zelal
Hatî da bibiye rastî
Na va bêrehim û du riyan
Hatî li ser pêt xwe rawestî
Nav va bê dest û bê pêyan
Hatî li şevekê bifrî
Şevek zivistanî û befrîn
Kurmo ji tevnê xwe derkevî
Bibiye perwaneka rengîn
Hatî da bibiye agirek
Bibiye şemalek li va şevan
Hatî bibiye rê û pirek
Nav va pêla bibiye eman
Hatî li şevekê bifrî
Şevek zivistanî û befrîn
Kurmo ji tevnê xwe derkevî
Bibiye perwaneka rengîn