Newroz Lyrics
- Genre:Acoustic
- Year of Release:2021
Lyrics
Avdarê aydarê tu bi êş û azarê
Geh li me zivistanî û geh li me buharî
Geh girî û şînî geh bûkek rengînî
Her bo me di êşî derdê me dikşînî
Avdare newroze li gelê me pîroze
Rengê ala meye her gul û lîlozî
Keras al û dozî bi xemlê newrozî
Ji bo gelê kurd tu hêvîyek pîrozî
Çendî tu giranî meha ser hildanî
Li ser dijminê kurda şoreş û burkanî
Rengê ala kurdî wek pêşmerga merdî
Bi gir û bi hirsî li ser neyara cerdí
Tifinga berzanî bi kes û xwedanî
Dengê şêx seîdî wek qadî û beyranî
Avdare newroze li gelê me pîroze
Rengê ala meye her gul û lîloze