Çû Lyrics
- Genre:New Age
- Year of Release:2024
Lyrics
Tu çûyî
Jiyana min bû goristan
Bê deng û reng tarî û sar
Tenê ez û nalîna xwe
Û demjimêr û çar dîwar
Tu çûyî
Ez bûm argûnê bîranînê
Dişewitim ji dûrbûnê
Dibim xuliyê ser rûpela
vê evînê, loma tu çûyî
Tu çûyî
Min şûşa dilê xwe hemî
li ser lêvên te vala kir
Miçiqîm bûme bejahiyek zuha
Dilopek nehişt, loma tu çûyî
Tu çûyî
Min Deh tiliyên xwe ji bo te
şewitandin wekî mûmê
Yek nehişt ji poşmaniyê re
Bigezim ji kerb û kînê
Tu çûyî
Ez bûm şivanê stêrkên şevan
Wendame bê nav û nîşan
Agirê evînê min dişewtînê
Serma dûrbûnê min dipêçînê
Tu çûyî
Ez bûm toza wê bahoza
Payîza dil vedgerînê
Ez mişt evîn bûm, li ser te dîn bûm
Xwe hemî da te, loma tu çûyî