PISIKA MIN Lyrics
- Genre:Jazz
- Year of Release:2022
Lyrics
Pisîka min awirên te
Gawirê te ez birim
Ew lêvên te ew sêvên te
Min nexwar û pê mirim
Pisîka min awirên te
Gawirê te ez brim
Ew lêvên te ew sêvên te
Min nexwar û pê mirim
Çavê te yên mişt jiyan
Hembêza te war û viyan
Çendî xort te xapandin
Din dibûn û negîhan
Pisîka min xipşika min
Xweşik û mêyika min
Meya kevnar li ser laşê te
Dikelê û m,dikelînê
Pisîka min xipşika min
Xweşik û mêyika min
Meya kevnar li ser laşê te
Dikelê û m,dikelînê
Ezim ew derya jînê
Ezim mîrê evînê
Ezim xewn û xeyala te
Dînê teme lê dînê
Tilîyên min li ser laşê te
Temenê çûyî dijmêrin
Dibim kember li navi te
Ez û deng û awazên xwe
Tilîyên min li ser laşê te
Temenê çûyî dijmêrin
Dibim kember li navi te
Ez û deng û awazên xwe
Hestêm bûn gurgur û coş
Bê mey bûm mest û serxoş
Dikim vexum şerbetê
Har bibe tu û bêje noş