
Kobanî,ya Min Lyrics
- Genre:Acoustic
- Year of Release:2021
Lyrics
Ma kî ma ku serê nemir hembêz bike û bihejîne
Wê kî lorîkên mirinê bi ser kêda bilorîne
Ka ew çavên ku rondika ser dilanda bibarîne
Li gorstana wêranê wê kî srodan bixwînw
Kobaniya min bûka miştenûrê
Ser û lingên zarokên te li kolanan bê nav mane
Biskên dîya li ber pîya qirîna zarokan dane
Xemla bûkan sêwî dima serê zava bê laş dima
Lehyê xwînê cerg disotin kî li hawara me kurdane
Kobaniya min bûka miştenûrê
Van hovberên dîroka reş li pişta me dax diçandin
Van torînên şûrê kîdnar kevokên me dixwapandin
Lê nizanin kurd jîndarin her wan mirin dimirandin
Ji gola xwînê derdiketin her azadî dişopandin
Kobaniya min bûka miştenûrê