
Ronahî Lyrics
- Genre:Folk
- Year of Release:2024
Lyrics
Tirêja rojê xemla jîyanê
Ronahîya heyvê delalê canê
Tirêja rojê xemla jîyanê
Ronahîya heyvê delalê canê
Tayek ji porê te yar nadim bi malê dinê
Nêrînek ji wan çavan nadim bi milkê dinê
Nergiz û gûl û nesrîn kûlîlka hewşa minê
Nergiz û gûl û nesrîn kûlîlka hewşa minê
Gava dibînim keçika esmere
Xwîn li rayê dil bilez digerê
Gava dibînim keçika esmere
Xwîn li rayê dil bilez digerê
Dikevim kelecanê rêya ber xwe nabînim
Dilerizin destê min lal û bê ziman dimînim
Ji taqet û hêz dikevim nayin ber min gavên min
Ji taqet û hêz dikevim nayin ber min gavên min