
Berxwedan Lyrics
- Genre:Folk
- Year of Release:2024
Lyrics
Deng ketîye cûdî û sîpan
Barûd dirije li şeşxanan
Dişewite deşt û zozan
Agir barî erd û ezman
Koloz xarkir zarê medan
Şer xweş kirin li hemû qadan
Derî li Roma reş dadan
Li herderê bû berxwedan
Gund û bajar sûk û kolan
Bû raperîn û serhildan
Çelqîya mîna behr û deryan
Sînor nema li herçar hêlan
Hidûd tixûb ji holê rabûn
Def û zirne şahî û şabûn
Reqisîn simbil û beybûn
Ser birca al nîşan dabûn
Çêbû tifaq çêbû yekbûn
Dijmin revîn hemû têk çûn
Jor da hatin şêrên kurda
Xwe berdan bajar û gunda
Herkesî nebaşî berda
Neyar neyar re xeber da
Xêr bereket kete erda
Xelas bûn ji talan û cerda
Kal pîr xilasbûn ji derda
Derketin bûkên bin perda
Kiras fîstan li bejnê bada
Kofî û kitan xwe girêda
Şêr hatin ji hêla agirî
Zîlan tendûrek nagirî
Heskê telo tu namirî
Girêdaxê tu sebirî
Ji neyar re nebû berî
Kişyan zarê îhsan nûrî
Ref bi ref tên kerî bi kerî
Hemû xayîn bin erd kirî