Şengal Lyrics
- Genre:Folk
- Year of Release:2024
Lyrics
Çiqas ware kî kevnarî gul gulistan neqş nîgarî
Herdem ser te agir barî qewm û êla minî şengal

War warkozê kalê minî hezar hezar salê minî
Tîrêjê liser ala minî dîn û ola minî şengal

Ferman rakirin li serê te şewitandin dar berên te
Revandin zer, esmerên te derd û kûla minî şengal
Ferman rakirin li serê te şewitandin dar berên te
Revandin zer esmerên te derd û kûla minî şengal
Bûken cindî dest bi hine wenda kirin eşq û kene
Li nav qempa bûn rebene nale nala mînî şengal

Keç û xortên xwedî namûs şer xweş kirin bê xof bê tirs
Hewara me bi melek tawis hola hola minî şengal

Mamê zekî serkêşê te yê derbasbin kul êşên te
Hatin mêrxas derwêşên te tu edûla minî şengal