
Dilo Sherin Lyrics
- Genre:Alternative
- Year of Release:2021
Lyrics
Dilo şêrîn li te mêvan e îşev
Li ser çavêm bibî seyrane îşev
Dilo şêrîn li te mêvan e îşev
Li ser çavêm bibî seyrane îşev
Heger îşev ji lêvan mey vexwim ez
Serê seyda gorane îşev
Heger îşev ji lêvan mey vexwim ez
Serê seyda gorane îşev
Li hawirê li ser çavên min bê-her
Li min şahî û li te dîlane îşev
Li hawirê li ser çavên min bê-her
Li min şahî û li te dîlane îşev
Nizanim ez çi bêjim mest û gêj im
Li ber çavêm wekî yazdane îşev
Nizanim ez çi bêjim mest û gêj im
Li ber çavêm wekî yazdane îşev
Bi çavan ez li bejna wê dinêrim
Gul û rîhan li ser xalane îşev
Bi çavan ez li bejna wê dinêrim
Gul û rîhan li ser xalane îşev
Li ser sîngê du reş marin dilîzin
Birû weke koşiyên dalane îşev
Li ser sîngê du reş marin dilîzin
Birû weke koşiyên dalane îşev
Cegerxwîne çi pesin û fort û lal im
Xwuya ku dil ji te strane îşev
Cegerxwîne çi pesin û fort û lal im
Xwuya ku dil ji te strane îşev