Azadi Lyrics
- Genre:Acoustic
- Year of Release:2020
Lyrics
Wek darek nûber û ter
Di dilê bahozê de
Armanc û xewna wê her
Ku rojêkê buhar bê
Wek darek nûber û ter
Di dilê bahozê de
Armanc û xewna wê her
Ku rojêkê buhar bê
Dîsa hej bide û vebin
Li sîng û berê wê gul
Dîsa hej bide û vebin
Li sîng û berê wê gul
Wek girtiyê zindanan
Dicivîne ramanan
Di deryên çavên wîde
Pêl digihin ezmanan
Awirên dîlbera wî
Digerînin wan pêlan
Kenên yarê di dil de
Vedkin birîn û kêlan
Wek gotinin çilmisî
Li benda awazên xwe
Kulîlkên nû bishkivî
Li benda xunava xwe
Wek gotinin çilmisî
Li benda awazên xwe
Kulîlkên nû bishkivî
Li benda xunava xwe
Zarokek dil shikestî
Li devê çaterîyan
Xas û birçî û tazî
Sewîyê bav û dîyan
Zarokek dil shikestî
Li devê çaterîyan
Xas û birçî û tazî
Sewîyê bav û dîyan
Li benda teme azadî
Wek van yar û dildaran
Bê te mame bêxwedî
Mame li ber dîwwaran
De were gesh bike tû
Van zozan û beyaran
Bibe tîrêj û pertew
Li sheva me bêparan