Loading...

Download
  • Genre:Acoustic
  • Year of Release:2022

Lyrics

Bavê Ehmed 'Ebdullahê nûcivan

Layiqê navê Muhemmed pir bi şan


Rind û levhatî gelek bû bê hîsab

Guh neda bê 'arî û karê xerab


Wesfê 'eybê lew li dora wî nebû

Lew ku nûra Ehmedê pak pê re bû


Pir şêrîn bû ber dilê bavê xwe ew

Sed deveh dabû di ber canê wî lew


Pîr bû 'Ebdulmutalîb lê wî di zan

Hê nekir xwey zewcê 'Ebdullahê can


Xwest ku jê ra bîne jinekî pir delal

Hem ji malek pir esîl û nan helal


Nav temamê qîzê rindê Mekkiya

Jêr munasîb dît keça Wehb maliya


Amîne pak û temîz bû bê qeder

Hem esîl û nazenîn û mu'teber


Pir şeref daye Xwedayê La-mekan

Ew neqand ji walîdê cumle cîhan


Rabû 'Ebdulmutalîb kir kar û bar

Dawetek gelkî mezin çêkir ji war


Xelqê Mekkê tevde hatin dawetê

Hem nîkaha wan birin wê saetê


Barî nûr ser bûk û zava wê demê

Da melek tesbîhê Rebbê 'aleme


Pir bi qedr in ew li ba Reb herdu zat

Lew ji wan çêbû ye fexrê kâinat


Ew muşerref bûn bi nûra Ehmedî

Daye wan ev lew Xwedayê Sermedî


Borî şeş meh ser wîsala herdukan

Ew se'îd bûn nêv şev û roj her zeman


Lê ku zava çû dîyarê xurbetê

Amîne bi hemlê xwe ma der hesretê


Çû gihat karwanê Şamê da herê

Boy bi bînê hewceyên mal daye rê


Lê nebû qismet werê ew ber bi mal

Lew nexweş ket ma li Medînê bê mecal


Xelqê karwan çû bi rê ket dil bi jan

Ma lê 'Ebdullah di nêv êşa giran


Wextê karwan hate malê ew ne hat

Wî nema dît bavê û dê yar û welat


Çunkî bazirganê karwan da xeber

Ketiye huznê xanedan lew bê qeder


Lew zû Haris çûye Yesrîbê ji mal

Lê vegeriya ew tenê hat bê heval


Bîst û pênc sal 'umrê canê dîlberê

Şerbeta mergê vexwar wî li wê dere


Ma li Yesrîbê mekanê hîcretê

Ma li Yesrîbê diyarê fîrqetê


Ew li xurbet ma tenê di nêv meqberê

Lew ne hat wesla hebîb û ma dere


Hingê 'Ebdulmutalîb ma pir neçar

Bûye xemgîn ew ji derdê bê debar


Wê ji êşa nav û dil bê îxtiyar

Pir rijandin hêstirê çavan bê jimar


Bûye mehzûn her çi tiştê her zemîn

Ser wefata bavê narîn pir girîn


Herdu çavê Amîne bûn mislê çem

Yek demê muhlet nedayê derd û xem


Wey weled yar wey weled yar wey weled

Lew nedî wî kodekê min sed meded


Ka 'ezîzê min çima ma li xurbetê

Ez tenê hiştim di nêva fîrqetê


Kanî 'Ebdullah civanêm kir wefat

Daye ser cerg û dilê min lew şewat


Ma heye teqet bigirim hey hewar

Ser dinê çawa bikim sebr û qerar


Hate girtin ser mi deriyê wesletê

Mam di nêva ah û derd û hesretê


Ma yetîm ewladê min ma bê xwedî

Wî li dinyê carekî bavê xwe nedî


Xem ne xwe ey dayika can Mustefa

Nav dilê xwe bavê ji van derd û cefa


Ew yetîm anî dinê bi hîkmeta

Kirye emsal ew ji boyî milleta


Bê xwedî namîne ev nûra cîhan

Lew ji bo wî Rebbê 'alem bû şivan


Rebbê 'alem çêtir e hji her hamiya

Hazir û hem nazir e lew li her ciya


Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam

Her bibêjin es-selat û wes-selam

+

      -   or   -

      -   or   -

      NG +234
          -You can log in via below methods-
          Reset password via e-mail
          -or-
          Reset password via e-mail
          Feedback on resetting password
          * It may take a longer time

          Please Select A Playlist

          Add New Playlist

          Share on

          Embed: Love & Light EP

          Custom Size :

          • Default
          • Desktop(300*600)
          • Mobile(300*250)

          Type :

          • HTML/HTML5 (WordPress Supported)
          Get Boomplay Premium
          for
          Payment Method
          Pay With
            Review and pay
            Order Date
            Payment Method
            Due Today
            Flutterwave
              Subscription Successful

              Congratulations! You have successfully activated Boomplay 1 Month Premium.

              Now you have access to all the features of Boomplay App.
              Payment Failed

              Please check your balance and then try again.

              You'll lose your subscription if we don't have a working payment method for your account, so please check your payment details.
              Need help? Contact Boomplay Subscription Support.
              Payment Processing...
              10 s

              Payment is being processed by . Please wait while the order is being comfirmed.

              Payment Processing
              Your order is processing, and it may take up to a few days for the service provider to handle your payment. Please kindly stay tuned and check your order status in ‘User Center’.
              About Order Status