![Di Rê De](https://source.boomplaymusic.com/group10/M00/05/21/f6b6712fe5ef499abcb8c17c1d59aecd_464_464.jpg)
Di Rê De Lyrics
- Genre:Rock
- Year of Release:2022
Lyrics
Di rê de… Kerwaneke bê xwedî
Dîsa hat li rastê dizan
L'rastê dizan
Di berîkê de keda salan
Dîsa hat li rastê dizan
L'rastê dizan
Di rê de… Pezên bê xwedî
Dîsa hat l'rastê guran
L'rastê guran
Di memikê de şîrên berxan
Dîsa hat l'rastê guran
L'rastê guran
Ka bilûr ka şivan?
Di rê de… Gundeke barkirî
Dîsa hat li rastê hovan
L'rastê talan
Di dîwêr de wêneyeke çend salan
Dîsa hat li rastê keviran
L'rastê gulleyan
Ka banî ka bangeran?
Di rê de… Derwêşeke erzan
Dîsa hat li rastê nezan
L'rastê nezan
Kî zana ye kî nezan?
Ji devên xwe b'hêsanî derxist ziman
Buha firotin ew peyvên xwe yên gemar û erzan
Ka bazar ka bazirgan?
Di rê de...
Di rê de...
Di rê de ye her tişt di rê de ye
Di rê de...
Di rê de...
Di rê de ye her tişt di rê de ye