![Canê Delala Min](https://source.boomplaymusic.com/group10/M00/04/09/26a7da79376046d780c628b31b755a8b_464_464.jpg)
Canê Delala Min Lyrics
- Genre:Folk
- Year of Release:2022
Lyrics
Canê delala min keziya bade rabe biçîne seret mila
Hatim lawê delal hatim lawê delal
Lawo li berke çoxî li min mirade ez li gel te bê me di nav gula
Xoziya li ewê rojê xoziya li ewê rojê
Waro zû bi nexşînin mêrg û fereşînin
Cihet min û tene divêt her bimînin
Waro zû bi nexşînin mêrg û fereşînin
Çiyakêt Kurdistanê divêt her bi mînin /divêt her bimînin
Meşka min pir şîre pire pire ji şîrê miha
Mehîne cana min mehîne zerya min
Li dorêt li gund û mala li kaniya li kaniya li hemî ciha
Çi çêbî cana min çi çêbî zeriya min
Govend me girêda li êvaran û sipêda
Ji xemla Zîn û Memê jiyan buke têda
Govend me girêda li êvaran û sipêda
Ji xemla Zîn û Memê jiyan buke têda/jiyan buke têda