Şewat Ji Bo Kalê Min Sofî Mistefa Lyrics
- Genre:Rock
- Year of Release:2018
Lyrics
Di nav pirêzeyan de
Min deste xwe şewitand
Ez zarokekî biçûk bûm
Dîsa jî'z ne digiriyam
Maliyê min dihat
Ji nav zebeşan
Min wan li nîvê rê qefalt
Min got:
"Destê min şewitî
Hewar, hewar
Hewar dayê, hewar bavo
Hewar xwuşkê, hewar keko
Hewar, hewar"
Diya min hêkekî şikand
Li ser destê min ê şewitî
Bavê min rakir darikê xwe
Pezê xwe derxist çolê
Xwuşka min çû ser kaniyê
Silehiya xwe tije kir
Kekê min riyê xwe jê dikir
Ez diçûm ba hevala
Min digot:
"Hewar, hewar
Hewar Sedo, hewar Bozo
Hewar Sîno, hewar Sîro
Hewar Rido, hewar Haşo
Hewar Reco, hewar Cengo
Hewar, hewar
Hewar Heso, hewar Hiso
Hewar Nahmo. Hewar Tûnco
Hewar Baro Hewar Xilso
Hewar Weyso, hewar Zeko
Hewar Cao, hewar Goko
Hewar, hewar"