Ehmedê Xanê Lyrics
- Genre:Soul
- Year of Release:2020
Lyrics
Mîrê Helbestvana tû Gewre û Navgiranî
Seyda Ehmedê Xanî
Mîrê Helbestvana tû Gewre û Navgiranî
Seyda Ehmedê Xanî
Wêje û Tora Kurdî Bi zanîn û bi Merdî
Li ber Destê me danî
Wêje û Tora Kurdî Bi zanîn û bi Merdî
Li ber Destê me danî
Ji nava Helbestvana Helbestvanek bi Hestî
Ji nav Mîr û Şahê Kurda
Mîrekî Kurdperestî
Ji nava Helbestvana Helbestvanek bi Hestî
Ji nav Mîr û Şahê Kurda
Mîrekî Kurdperestî
Destana Mem û zînê Çi nû dike Birînê
Her Dem û her zemanî
Destana Mem û zînê Çi nû dike Birînê
Her Dem û her zemanî
Hîn ew ilma bi pûlek Hîn ew Hikmet bi Solek
Difroşin bi erzanî
Hîn ew ilma bi pûlek Hîn ew Hikmet bi Solek
Difroşin bi erzanî
Di ev Çerxa em têde Çiqasî em bixwînin
Yê te bo me diyarkirî
Qet wek wê em nabînin
Di ev Çerxa em têde Çiqasî em bixwînin
Yê te bo me diyarkirî
Qet wek wê em nabînin
Xwezî tû jînbay Mîro Kû Diho weke Îro
Rewş hîn wek kû tû zanî
Xwezî tû jînbay Mîro Kû Diho weke Îro
Rewş hîn wek kû tû zanî
Bi Hisret û bi Nalîn Mijûl dibûy bo Zanîn
Kî bighê te Sultanî
Bi Hisret û bi Nalîn Mijûl dibûy bo Zanîn
Kî bighê te Sultanî
Gelî te bo wî kar kir Hîn bi Derda dinalin
Bisedên Salan diborin
Hîn em ro mij û talin
Gelî te bo wî kar kir Hîn bi Derda dinalin
Bisedên Salan diborin
Hîn em ro mij û talin