Morî Mircan ft. Seyidxan Sevinç Lyrics
- Genre:Folk
- Year of Release:2024
Lyrics
Nazik e nazenîn e
Xwînşêrîn xemrevîn e
Xapînok e şemamok e
Bêhnxweş e Zînê
Min dît nedît min jê hez kir
Ro bi ro min jê hez kir
Him himbêz kir him jê hez kir
Serxweş im Zînê
Ez heyrana wê navê
Wê bejnê wê xwezayê
Zirav e, gulav e, bedew e Zînê
Dengê min jê dilerize
Dilê min pêra zîz e
Nazdar e
Kubar e
Sozdar e Zînê
Zînê Zînê delalê Zînê
Kewa gozelê xezalê Zînê
Ez ji te ra
Ez ji te ra
Bimrim Zîn
Zînê Zînê şêrînê Zînê
Morî mircanê rengînê
Mizgîn î
Tu mizgîn î
Roniya min î
Zînê Zînê delalê Zînê
Kewa gozelê xezalê Zînê
Ez ji te ra
Ez ji te ra
Bimrim Zînê
Zînê Zînê şêrînê Zînê
Morî mircanê rengînê
Mizgîn î
Tu mizgîn î
Roniya min î