Bayê azadiyê Lyrics
- Genre:Folk
- Year of Release:2024
Lyrics
Bayê azadiyê
Dema tu çûyî mam li dû te
Axîn û nalîn dikşînim li dû te
Dil bûye wargeha hesreta te
Tu neçe heval, min li vir nehêle
Çûyîn nayê li te, nayê li bejna te
Bila bayê azadiyê lêxe li keziyên te
Stêrk fericîn li xweşikbûna te
Tu neçe helal, min li vır nehêle
Ez nizanim ev çi deme ev çi dewrane
Ji xelkê re cejn û şadî, şahî û dîlane
Berdêla jiyanê ji bo me ewqas girane
Tu neçe heval, min li vir nehêle
Peyv û awaz: SIWAR