
Demhat Lyrics
- Genre:Hip Hop & Rap
- Year of Release:2021
Lyrics
Ez ê ber xwe bidim hêdî-hêdî.
Ne xema min e gotinên kesî.
Hey ha! bes e êdî bela bibe dinya.
Di pey ra baştir e ku nemîne yek însan.
Dinya evqas xerabî wê biçe ku cîh nema.
Mezin bû ji derewa,teqiya ha teqiya.
Daxwaza min serfirazî ye tev tevî hev
Hinek fikir,hinek raman bes besî te ye
Incar sersarî û bêqamî ji bo çi heye
Dev jê berde rabe êdî roj roja te ye.
Ne şaş bim xweştir e mirov ticar neke gilî.
Ji qestî çavan sor dikî lê bikêr nayê girî.
Min dilê xwe girêda bi hêviyên xweyî mirî
Ne poşmanim ji ber ku hêvî nayên kirîn.
Yek carek bes e bijî,birastî yekem carek dijî
Gav bavê jiyanek tijî,hêvî hebin çiyayek.
Palek derket pêşiya min ez derbas bûm bi gavek. Parek şîret hebûn,xweş bûn ji we re bûye karek ne?
Ez hatim di havînê de wek berfim dibarim.
Dilşadim ji ber ku bi navê xwe Demhat im.
Meju genî pirr zanin ku azadî dixwazim.
E zanim wê tev birevin gava ku ez hatim.
Agir li ku pêkeve ez êzingek im êdî.
Hertişt çelovacî êdî,pîroz be hêdî hêdî
Ev lêstek xweş e heger bi dilê xwe bilêzî
Nalêyzim ez brako ji ber ku tu gellac î.
Fêhm bike ji min,li vir ez naxwazim xire cirr
Zêde xebernede ne baş e bikî birre birr.
Kî bû di got şerpeze me neheqî li min dikin
Bêdeng im ez nahêlin,levzek xeberbidim.
Wek şeytanî tu,herdu rûyê te êdî xuya bûn.
Ji xwe hez dikî,têr dikî xwe jê wirde qet nadî dû.
Erê çawa çêbû bes e agir pêket derket dû
Tu ji ya xwe qet nayê xwarê,şerm jî nakî tifûû.
Wek berf im dibarim.
Bi navê xwe Demhat im.
Azadî dixwazim,
E zanim wê tev birevin gava ku ez hatim.
Ez hatim di havînê de wek berfim dibarim.
Dilşad im ji ber ku bi navê xwe Demhat im.
Meju genî pirr zanin ku azadî dixwaz im.
E zanim wê tev birevin gava ku
Wek berf im dibarim.
Bi navê xwe Demhat im.
Azadî dixwazim,
E zanim wê tev birevin gava ku ez hatim.