LO TEYRO ft. WÎLDAN SEVİM Lyrics
- Genre:Electronic
- Year of Release:2023
Lyrics
Lo teyro tu bi xwedê kî
Hêlîn li wê darê çêkî
Lo teyro tu bi xwedê kî
Raserî wê malê çêkî
Gava delalam derket
Gelek silava lêkî
Tu gelek silava lêkî
Bêje yek hej te dike
Du biskê nazî birêkî
Lo teyro teyrê belek
Min jê heskirîye gelek
Lo lo teyro teyrê belek
Min jê heskirîye gelek
Lo teyro teyrê bazî
Bi nav û bi deng û basî
Lo teyro teyrê bazî
Li ezmana serfirazî
Rokê tu wê bibînî
Bîne ba min bilezî
Bîne ba min bilezî
Dilê min pêve maye
Xulama wa herdu kezî
Lo teyro teyrê belek
Min jê heskirîye gelek
Lo lo teyro teyrê belek
Min jê heskirîye gelek
Lo teyro teyrê zana
Çi hat serê me xizana
Lo teyro teyrê zana
Dilgirtîme ew nizana
Bêje kurmalê dînê
Bide min ramusana
Ji eşqa wê mirîme
Ne tebate ne razana
Lo teyro teyrê belek
Min jê heskirîye gelek
Lo lo teyro teyrê belek
Min jê heskirîye gelek